Şervanên Şingalê nehîştin DAIŞ çiyayê Şingalê mîn bike
Efserekî Asayişa Şingalê bi navê Kîfah Husên ku li ser çiyayê Şingalê ye, ji Rûdawê re got, şeva borî çekdarên DAIŞê dixwestin singê çiyê bombe û mîn bikin lê hêzeke me bi alîkariya hêzeke Qasim Dirbo êrişî wan kirin.
Kîfah Husên da zanîn, piştî du saet şer û pevçûn me karî wan bidin revandin û ji wir vekişin.
Li gorî agahiyên Husên, di wî şerî de berpirsekî DAIŞê yê bi navê Esed Şimer ku berpirsê mînkirinê bû, hat kuştin.
Qasim Dirbo yek ji kesên naskirî yên devera Şingalê ye ku piştî girtina deverê ji aliyê DAIŞê ve derdora 150 şervanên êzîdî kom kiriye û bi alîkariya hêzeke Asayişa Şingalê li ser çiyayê Şingalê ne û nahêlin çekdarên DAIŞê derbasî çiyê bibin.
Heta niha gellek kurdê êzîdî yên ji ber DAIŞê reviyane çiyê li ser çiyayê Şingalê mane. Ew dibêjin heta Şingalê ji DAIŞê neyê standin ew ji çiyê danakevin.
Rudaw
