Sê berpirsên PDKê ji ber bûyerên Şingalê ketin bin lêpirsînê
Li gorî agahiyên Rûdawê, Fermandeyê Hêza Yekem a Zêrevaniyê General Seîd Kêsteyî, Rêveberê Asayişa Şingalê Şewket Kanîkî û Berpirsê Liqa 17 a PDKê li Şingalê Serbest Babîrî ji ber xemsarî di parastina devera Şingalê de ketin bin lêpirsînê û niha jî li navenda giştî ya PDKê li Pîrmamê ne.
Şewket Kanîkî li ser vê yekê got, em ji ber wê çûne Pîrmamê ku bi Serok Barzanî û lêjneya lêpirsînê re li ser bûyerên Şingalê hevdîtin bikin.
Bi fermana Barzanî lêjneyek ji bo lipeyçûna bûyerên Şingalê pêk hatiye. Di nav lêjneyê de nûnerê Barzanî, nûnerê Wezareta Pêşmerge û dozgerek hene û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.
Jêderekî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, Barzanî pir bi hûrayî bûyerên Şingalê dişopîne û pir zû berpirsê liqa 17 a PDKê (Babîrî) ji kar dûrxist. Wî jêderî ku nexwest navê wî were gotin, her wiha diyar kir, bi fermana Barzanî sê berpirsên PDKê çûne Pîrmamê û niha di bin lêpirsînê de ne.
Li gorî agahiyên wî jêderî, jibilî wan her sê berpirsan hinek berpirsên din jî dê ji ber bûyerên Şingalê li Pîrmamê bên lêpirsînkirin.
Şewket Kanîkî dibêje, em li Pîrmamê nehatine desteserkirin tenê ev çend roj in em li bendê ne bi Serok Barzanî û lêjneya lêpirsînê re rûnên. Jixwe her tişt tê zanîn û kes êdî nikare veşêre.
Kanîkî diyar kir ku ew nizanin Barzanî dê çi biryarekî di heqê wan de bide lê “her biryarekî bide stûyê me li ber kêra wî ye”.
Fermandeyê Hêza Yekem a Zêrvaniyê General Seîd Kêsteyî jî ku niha li Pîrmamê û di bin lêpirsînê de ye ji Rûdawê re got, her wextê dilê me bixwaze em diçin hotêlê xwarinê dixon çimkî em ne girtî ne û tenê li benda Serok Barzanî ne.
Lê Rûdawê nekarî bizane ka berpirsê liqa 17 a PDKê Serbest Babîrî jî li Pîrmamê ye yan na çimkî xuya nake û telefonan jî bersiva nade. Kanîkî û Kêsteyî jî tiştek li ser wî eşkere nekirin.
Li gorî berpirsekî mezin ê PDKê, dema berpirsekî/e PDKê kêmasiyekî dike destpêkê dibin Pîrmamê û li wir dixin bin lêpirsînê. Rast e li wir nayên girtin lê mîna girtiyekî/ê bi wan re didin û distînin ji ber ku nikarin her cihê ku dilê wan xwest herin.
Rudaw
