Nehya Baqirt û 20 gundên din ji DAİŞ’ê hatin paqijkirin
Derbarê êrîşên îro yên Hêzên Pêşmerge de çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got: ‘’Vê sibê saet 5 Hêzên Pêşmerge êrîş birin ser pêgehên DAİŞ’ê yên li eniya Giwêr û heta niha karîne nêzîka 20 gund û nehya Baqirt ji çekdarên DAİŞ’ê paqij bikin.’‘
Heman çavkaniyê da zanîn ku Pêşmergeyên Kurdistanê derbeyên dijwar li çekdarên DAİŞ’ê dane û wiha axifî: ‘’Gelek kel û pelên leşkerî li pey xwe hiştine û pîkabeke wan jî bicîh maye, herwiha çend termên xwe jî bicîh hiştine.’‘
Heman çavkaniyê diyar kir ku ji ber egera danîna bombeyan li deverê, heta niha baş nayê zanîn ka çend çekdarên DAİŞ’ê hatine kuştin. Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Elî Qelab jî destnîşan kir ku niha li nav gundê Pungîne ne û hemû gund di bin kontrola Pêşmergeyan de ye.
Basnews
