• Sunday, 15 February 2026
logo

Senatorekî Amerîkî: Divê em hemû alîkariyê bidin Kurdistanê

Gulan Media August 24, 2014 Nûçe
Senatorekî Amerîkî: Divê em hemû alîkariyê bidin Kurdistanê
Serokê Komîteya Karûbarê Derve yê Kongresa Amerîkayê Ed Rose, daxwaz ji serokê Amerîkayê Barack Obama kir ku hemû hevkariyeke pêwist bide hêzên Kurdî li İraq û Sûriyê.

Ed Rose, piştgiriya xwe bo êrîşên balefirên Amerîkî li nav axa Sûriyê jî anî ziman û got: ‘’Divê em êrîşî pêgeh û baregahên DAİŞ’ê yên li Sûriyê jî bikin, eger berî niha me ew pêngav biavêta, niha ew desthilata wan çênedibû.’‘

Rose, ragehand ku ew naxwazin leşkerên Amerîkî bo şerê çekdarên DAİŞ’ê bişînin İraqê û wiha axifî: ‘’Li Amerîkayê piştgiriya şandina hêza leşkerî nayê kirin ku biçin şer, lê pirsyar evna ye gelo em hevkarî û piştgiriya Pêşmerge bikin? Gelo em piştgiriya Artêşa Azad a Sûriyê bikin ku şerê DAİŞ’ê dike? Divê em bilez alîkariya wan bikin û her çi pêwist be pêşkêş bikin wek çekên giran û yên antî tank, ku niha gelekî pêdiviya wan pê heye.’‘

Di daxwiyaniyekê de Ed Rose ji televizyona CNN a Amerîkî re got: ‘’Aliyê herî yê vê mijarê, hebûna gotûbêj û hevahengiyê ye di navbera Kongres û îdareya Amerîkayê de, da em stratejiyeke zelel bidin pêşiya xwe, daku em gavan biavêjin bo alîkarîkirina hêzên Kurdî ku wek take hêza çekdar tê dîtin li meydana şer dijî DAİŞ û pêdiviya wan bi alîkariya me heye.’‘

Basnews
Top