Milîsên parêzgeha Selahedînê ya Iraqê: Me beşek ji parzûngeha Bêcî girt
Berdevkê Yekîneyên Şoreşger ên Iraqê Ebû Ebduneîmî ji Rûdawê re got, hêzên me îro bi çekên giran, nîvgiran û sivik êrişî hêzn iraqî yên li derdora parzûngeha Bêcî kirin da ku parzûngehê bixin destê xwe.
Ebû Ebduneîmî da zanîn, milîsên wan beşek ji parzûngeha Bêcî xistine destê xwe û şer û çûn jî li derdora parzûngehê didome.
Berdevkê milîsên iraqî yên parêzgeha Selahedînê her wiha got, ti têkiliyeke me bi DAIŞê re tine ji ber ku em tenê dixwazin mafên wan 6 parêzgehên sunnî yên Iraqê ku di dema giravê de daxwaz dikirin, bidest bînin.
Parzûngeha Bêcî sala 1976an li nahiyeya Bêcî li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê hatiye çêkirin. Parzûngeha herî mezin a Iraqê ye û dikare rojane 310 hezar bermîl petrola xav parzûn bike.
Çekdarên DAIŞê piştî ku bajarê Mûsilê girtin êrişî parzûngeha Bêcî jî kirin lê heta niha nekarîne ji destê hêzên Iraqê derbixin. Ji ber vê rewşê kirîza sotemeniyê li Iraqê bi taybet li Başûrê Kurdistanê derketiye, çimkî Bêcî çavkaniya serekî ya dabînkirina sotemenî bi taybet benzînê ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê ye
Rudaw
