Ji encama teqînên kerkokê 25 mirî, 123 birîndar hene
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îro danê êvarê li bajarê Kerkûkê 3 teqînên mezin çêbûn.
Berpirsê Asayişa Kerkûkê yê PDKê Helo Necat, ji Rûdawê re ragihand, kesekî xwekuj, otomobîla xwe di nava bazarê çekfiroşan a Rehîmawayê Kerkûkê teqand. Di encamê de hejmarek zêde kuştî û birîndar hene.
Her wiha Helo Necat got, teqîna duyem li ser rêya Kerkûk û Bexdayê rû daye.
Helo Necat got, di encama her sê teqînan de bi giştî 21 kuştî û 123 birîndar hene.
Rudaw
