• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Kerkûkê 3 otombêlên bombekirî hatin teqandin

Gulan Media August 23, 2014 Nûçe
Li Kerkûkê 3 otombêlên bombekirî hatin teqandin

Berya niha bi kêlîkekê li taxa Rehîmawa û navçeya rêya Bexdadê li nêzîkî qadên ahengan li bajarê Kerkûkê 3 teqîn rû dane û li gor zanyariyên destpêkê qurbanî hene.

Jêdrekê ewlekariyê yê agahdar ji Xendanê re ragihand ku 2 otombêlên bombekirî li navçeya rêya Bexdadê hatine teqandin û otombêla sêyem jî li navçeya Rehîmawa hatiye teqandin.

Heman jêderê da zanîn ku li gor amarên destpêkê di her sê teqînan de 2 kes şehîd bûne û zêdetir li 60 kes jî birîndar bûne.

Xendan
Top