• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka û Fransa hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê fêrî çekên giran dikin

Gulan Media August 23, 2014 Nûçe
Amerîka û Fransa hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê fêrî çekên giran dikin
Fermandeyekî pilebilind ê hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê eşkere kir, hêzên taybet ên Amerîka û Fransa dest bi perwerdeya hêzên pêşmerge kirin û wan fêrî çawaniya bikaranîna çekên nû dikin.

Li gorî rojnameya Timesê ya înglîzî, hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji aliyê tîmên taybet ên Amerîka û Fransa ve li ser çawaniya bikaranîna çekên giran bi taybet mûşkên ji curê “Milan Antî-Tank” tên fêrkirin.

Efserekî pêşmerge li eniyên şer li Kerkûkê ji rojnameya Timesê re gotiye, ew çekên giran ên vê dawiyê ji hêzên Pêşmergre re hatine hemû bi awayekî tund tên parastin û tîmeke taybet a rojavayî pêşmergeyan li ser wan perwerde dike.

Berpirsekî leşkerî yê Kurdistanê jî ji Rûdawê re got,fêrkirina pêşmergeyan li ser çekên giran dê heta derdora 6 hefteyan (meh û nîvekê) bidome û da zanîn, heta niha gellek pêşmerge hatine fêrkirin.

Çekdarên DAIŞê piştî ku bajarê Mûsilê girtin gellek çekên giran bi taybet otomobîlên zirhî yên ku Amerîka dabûn artêşa Iraqê dest danîn ser û di şerê li dijî hêzên Pêşmerge de bikar tînin.

Rudaw
Top