Zanyariyên dawî li ser şerê Celewla
Di vê derbarê de Fermandeyê Lîwaya 118 ya Balek, Lîwa Selam Dilîmanî agahî dan û got: ‘’Lîwaya me ji bazgeha Kubaşî ve ber bi rojavayê nehya Celewla pêş dikeve û heta niha me kariye gelek gundên di bin kontrola çekdarên DAİŞ’ê de rizgar bikin.’‘
Lîwa Dilîmanî ji Xendanê re wiha axifî: ‘’Di dema êrîşkirina doh de 5 çekdarên DAİŞ’ê hatin girtin û niha li ba Hêzên Pêşmerge ne û lêpirsîn ligel wan tê kirin, herwiha gelek çekdarên wê grûbê jî hatin kuştin û em dê li ser êrîşên xwe berdewam bin heta hemû navçeyên Kurdistanî ji DAİŞ’ê paqij dikin.’‘
Ji aliyekî din ve Berpirsê Komîteya YNK’ê li nehya Qere Tepe Mihemed Hacî Umer jî da zanîn ku li sînorê Qere Tepe êrîşên Hêzên Pêşmerge çekdarên DAİŞ’ê lawaz kirine û got: ‘’Berî niha ji ber çekdarên DAİŞ’ê li Celewla bûn car car êrîşê Hêzên Pêşmerge yên li navçeyê dikirin, lê du roj dibe li vir jî bêdeng in, tu şer derneketiye û wiha dixwiye gelek ji wan hatine kuştin.’‘
Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Ednan Heme Mîna ku niha li eniya şer a sînorê Neqişbendî ye, wiha axifî: ‘’Îro me êrişeke dijwar bir ser çekdarên DAİŞ’ê û me karî çar qereqol û pira Celewla jî kontrol bikin û berê di destê çekdarên wê grûbê de bûn. Herwiha em dê li ser êrîşên xwe berdewam bin heta hemû navçeyên Kurdistanî ji DAİŞ’ê paqij dikin.’‘
Hevdem berpirsê eniya Germesîr li sînorê Xaneqîn heta qezaya Xurmatû, Mehmûd Sengawî jî wiha dibêje: ‘’Hêzên Pêşmerge karîne destkeftên baş bidest bixin û çekdarên DAİŞ’ê ji gelek navçeyan derxînin. Niha me bazgeha Kubaşî kontrol kiriye ku 6 kîlometre dûrî nehya Sadiye ye, li navçeya Enoran jî me êrîş kir û 2 km çûn pêş, ji aliyê Neqişmendî ve jî me kariye baş pêşbikevin û çend cihên ku berê di destê DAİŞ’ê de bûn kontrol bikin.’‘
Derheqa kuştî û birîndarên DAİŞ’ê de jî Sengawî wiha axifî: ‘’Niha termê 5 çekdarên DAİŞ’ê di destê me de ne û bo morgê hatine veguhestin, di heman demê de li nav Celewla bi xwe jî gelek kuştî û birîndarên DAİŞ’ê hene, ji ber bi awayekî baş çekdarên DAİŞ’ê hatin bombardimankirin.’‘
Ji aliyê xwe Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê bo Karûbarê Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa jî got: ‘’Ji doh ve Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê derbeyên dijwar li çekdarên DAİŞ’ê dixin û gelek binke û baregehên çekdarên DAİŞ’ê hatin bombardimankirin. Herwiha Hêzên Pêşmerge berdewam pêş dikevin û berdewam jî nehya Celewla tê bombardimankirin.’‘
Basnews
