Amerîka bi tundî gef li DAIŞê xwar: Hûn li kuderê bin em we bernadin
Her ku diçe helwesta Amerîkayê li hember DAIŞê tûjtir dibe.
Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Millî yê Koşka Spî Ben Rhodes, di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ji bo ku gefa rêxistina terorîstî ya DAIŞê li ser Amerîka nemîne çi pêwîst be dê were kirin.
Ben Rhodes got, em di şerê li dijî terorê de xwe bi devereke coxrafî ve sînordar nakin, ji ber ku heta niha li kuderê teror hebûye me yekser li dijî wê dest bi çalakiyê kiriye.
Wî rayedarê Amerîkayê sinyala êrişa li dijî DAIŞê li Sûriyê jî da û got, di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de ti sînor dê neyê xêzkirin û dê li her du aliyan jî mudaxele bê kirin.
Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Millî yê Koşkpa Spî da zanîn ku heta niha jibilî operasyonên hewayî yên li Iraqê li dijî DAIŞê tên meşandin ti pilaneke din di rojava Obama de nîne lê ji bona parastina amerîkayiyan çi lazim be dê were kirin.
Ben Rhodes kuştina rojnamevanê amerîkî Jame Foley ji aliyê DAIŞê ve jî wek êrişeke terorîstî li dijî Amerîka bi nav kir û wiha gef li DAIŞê xwar: “Eger hûn êrişî amerîkayiyan bikin hûn li kuderê bin emê bidin pey we û li we bidin.”
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuk Hagel jî duh gotibû, rêxistina DAIŞê metirsîdartirîn rêxistinên terorîstî ye ku heta niha derketine holê.
Hagel sinyala lêdana DAIŞê li Sûriyê jî dabû.
Fermandeyê Giştî yê Artêşa Amerîka Martîn Dempsey jî ragihandibû, heta li dijî çeperên DAIŞê yên li Sûriyê jî mudaxele neyê kirin ew rêxistin têk naçe.
Rudaw
