Cemîl Bayik: Deriyê me ji hevdîtinên yekser bi dewletê re vekirî ye
Rojnamevanê tirk û nivîskarê rojnameya Vatanê ya Tirkiyeyê Rûşen Çakir, roja 20ê Tebaxa îsal li bintara çiyayê Qendîlê hevpeyvînek bi Hevserokê KCKê Cemîl Bayik re kiriye ku beşa yekem a wê hevpeyvînê îro hat belavkirin.
Li gorî hevpeyvînê, Cemîl Bayik li ser hevdîtinên yekser ên navbera KCK û dewleta Tirkiyeyê de got, deriyê me her dem vekirî ye vêca çi şanda rojnamevanan be çi jî ya dewletê be em dikarin bi wan re rûnên.
Bayik li ser rewşa pêvajoya çareseriyê jî got, hikûmetê qanûnek derxistiye lê navê qanûnê “nehîştina terorê” ye ev jî nîşan dide heta niha jî zihniyeta dewletê li hember pirsa kurd nehatiye guhertin lê divê êdî pêvajoya muzakereyê dest pê bike.
Hevserokê KCKê hişyarî da Tirkiyeyê ku eger muzakereyê neyê destpêkirin ew ji bo şer amade ne wê demê Tirkiye dê rastî tengaviyên mezin bibe.
Cemîl Bayik li ser rola Ocalan di pêvajoyê de jî axivî û got, Ocalan sermuzakerevan e divê dewlet jî vê yekê qebûl bike lê rola me ji ya wî cudatir e. Em hev temam dikin.
Bayik li ser dengên Selahedîn Demîrtaş di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de jî got, dengên Demîrtaş baş bûn lê divê HDP xwe li gorî wan dengan organîze bike û bihêz bike.
Wî rayedarê KCKê anî ziman ku wan qet ji dest “xweseriya demokratîk” bernedane û got, Tirkiye çiqasî demokratîk bibe wiqasî mercên çareserkirina pirsa kurd derdikevin holê her wiha pirsa kurd çiqas were çareserkirin Tirkiye jî demokratîk dibe û mercên xweseriya demokratîk tên xuyakirin.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşîr Atalay, roja 21ê Tebaxê gotibû, em dixwazin yekser bi Qendîlê re hevdîtinan bikin ji ber ku li gorî me ev hevdîtin dê bisûd bin.
Rudaw
