Baregahê Ajansa Îstixbarata İraqê hat teqandin
Li gor çavkaniyên ewlekariyê yên Bexdayê, îro otomobîleke ku berê bombeyek têde hatibû bicîhkirin, li derdora baregahê Ajansa Îstîxbarata İraqê li navçeya Ersat a naverasta Bexdayê teqiya û di encam de hejmarek kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li gor heman çavkaniyan, niha derdora cihê bûyerê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dorpêçkirin û tenê ambulans dikarin derbasî cihê teqînê bibin, daku birîndar û kuştiyan veguhêzin nexweşxaneyan.
Ji piştî sala 2003’ê ve û heta niha li piraniya bajarên İraqê teqîn çêdibin û di encam de bi sedan hevwelatiyên sivîl û nesivîl bûne qurbanî. Ji xeynî ku niha hinek bajarên İraqê wek Mûsil û Tikrîtê ketine bin kontrola DAİŞ’ê.
Basnews
