• Sunday, 15 February 2026
logo

Balafirên Amerîka li DAIŞê dan: Herî kêm 50 kuştî

Gulan Media August 23, 2014 Nûçe
Balafirên Amerîka li DAIŞê dan: Herî kêm 50 kuştî
Di encama bombebarana balafirên Amerîkayê de “herî kêm” 50 çekdarên DAIŞê li devera Zûmarê ya Mûsilê hatin kuştin.

Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, balafirên Amerîka li devera Zûmarê çeper û çekdarên DAIŞê dan ber bombeyan.

Wî rayedarê Pêşmerge da zanîn, di bûyerê de herî kêm 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û got, di nav wan de du berpirsên mezin ên rêxistinê ku ji wan re dibêjin, “emir” jî hene û navên wan jî Ebid Tileferî û Ebû Meryem e.

Rudaw
Top