• Sunday, 15 February 2026
logo

Li 3 gundên Mûsilê çekdarên DAİŞ’ê hatin dorpêçkirin

Gulan Media August 23, 2014 Nûçe
Li 3 gundên Mûsilê çekdarên DAİŞ’ê hatin dorpêçkirin
Efserekî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê eşkere kir ku li sînorê nehya Bertele Pêşmergeyên Kurdistanê gelekî pêşketine û çekdarên DAİŞ’ê hatine dorpêçkirin.

Efserê Hêzên Pêşmerge ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji Şefeq News re got: ‘’Niha Pêşmergeyên Kurdistanê li piraniya eniyên şer çekdarên DAİŞ’ê şikandine û li nehya Bertele jî rêyê çûna alîkariyê ji çekdarên DAİŞ’ê re hatiye girtin.’‘

Efserê Pêşmergeyan wiha axifî: ‘’Ji ber êrîşên Hêzên Pêşmerge û bombardimana balefirên şer ên Amerîkayê, çekdarên DAİŞ’ê neçar man paşde birevin û biçin sê gundên nehya Bertele wek İsquf, Kanî Wîkan û Baedrê û niha hatine dorpêçkirin.’‘

Li gor agahiyên BasNewsê, niha Pêşmergeyên Kurdistanê li wan hersê gundan çekdarên DAİŞ’ê dorpêç kirine û tê çaverêkirin di demeke kurt de ew gund ji aliyê Pêşmergeyan ve bên kontrol kirin.

Basnews
Top