40 penaberên Kurdên Êzdî û Mesîhî gehiştin Parîsê
Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius, li ser rûpela xwe taybet a tora civakî Facebookê wêneyê pêşwazîkirina li wan 40 penaberên Kurdên Êzdî û Mesîhiyên İraqê belav kir.
Fabius wiha nivîsiye: ‘’Fransa di berdewamiya alîkariyên xwe bo lêqewimiyên şerê DAİŞ’ê de li İraqê bi balefirekê 21 ton kelûpelên pêwist bo koçberên Kurdên Êzdî û Mesîhiyan şandiye û her bi wê balefirê jî 40 kes ji wan koçberan ku ji aliyê balyozxane û konsolxaneyên Fransa li Bexda û Hewlêrê wek penaber hatibûn wergirtin, doh (22.08.204) gehiştin Parîs û şandeke hikûmeta Fransayê pêşwazî li wan kir.’‘
Pêşwazîkirina wan 40 kesan di medya Fransî de deng veda û Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius jî eşkere kir ku dê Fransa berdewam be li ser wergirtina wan kesên ku canê wan rûbirûyê metirsiyê bûye û got: ‘’Fransa ji bo wan dibe welatek ku bi awayekî aram bijîn û rêz li ol û bîr û baweriyên wan digire.’‘
Basnews
