• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşmerge daxwaza roketên Milan dikin

Gulan Media August 22, 2014 Nûçe
Pêşmerge daxwaza roketên Milan dikin
Di çarçoveya wê alîkariya leşkerî de ku biryar e Elmanya ji Herêma Kurdistanê re bişîne, roketek bi navê ‘Milan’ heye yek ji wan çekên herî modern ku dikare tankan têkbişkîne.

Çendîn corên wê çekê hene û berdewam guhertin têde tên kirin. Çend mînakên wê jî wiha ne; Milan-2ER, Milan-2T, Milan-2 û Milan-3. Hinek taybetmendiyên wê roketa modern jî wiha ne:

- Bi du kesan tê danîn û kar pê tê kirin, bi kesekî jî tê cîbicîh kirin.

- Bê virde wêde hedefa xwe têkdişkîne, her 100 hezar car eger heye ku 5 caran negihe hedefa xwe.

- Piştgiriye bı hemû armancên bejayî.

- Corê Milan-3 gelekî modern û têkşikêner e.

Ev roketa han ji sala 197’an ve artêşên welatan bikar tînin bo jinavbirina tank û otomobîlên leşkerî. Li bazarên cîhanê daxwaza li ser kirîna wê zêde ye. Ji aliyê şirketa Euromissile vê berhemanîn. Niha artêşên 43 welatan bikar tînin.

Standa dirêjahiya roketa Milan 120 santîmetre ye û giraniya wê jî nêzîka 14 kîlogarm dibe. Roketa ku diavêje jî dirêjahiya wê 90 santîmetre ye û giraniya wê jî 12 kîlogram e. Dîzayna çêkirina roketa antî tank a Milan sala 1962’an di navbera Fransa û Elmanya de bi awayekî hevbeş dest pê kiriye û di salên 70’î de karê wê temam bûye û cara yekem di sala 1977’an de di xizmeta leşkerî ya Fransa û Elmanya de hatiye bikaranîn.

Basnews
Top