NY li Herêma Kurdistanê 12 kampên nû ji penaberan re çêdike
Berdevkê UNHCRê Adrian Edwards destnîşan kir ku dê di demeke nêzîk de 12 kampên nû li Herêma Kurdistanê ava bikin û got ji van kapman; 3 kamp li Silêmaniyê, 3 kamp li Hewlêrê û 6 kamp jî dê li Dihokê bên avakirin.
Edwards li Ofîsa NYê ya li bajarê Cenêvê ya Swîsreyê di civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku ji bo 500 hezar kesên ku li Iraqê ji cih û warên xwe koç kirîn, ji roja çarşemê ve xebat dane destpêkirin.
Adrian Edwards diyar kir ku dê bi balafir, keştî û erebeyan, 2 hezar û 410 ton kel û pelên alîkariyê bigihînin gelê Iraqê.
Berdevkê UNHCRê da zanîn ku li Herêma Kurdistanê di 5 hezar û 746 dibistanan de kesên bêcîh û war dimînin û got ku heger di 10ê Îlonê de dibistan vebin dê tengasî çêbibe.
Edwards anî ziman ku li kampên Dihokê û Hewlêrê çadir hatine vegirtin û got ku di van kampan de ji 21 hezarî zêdetir kes dimînin.
Edwards eşkere kir ku dê di demeke nêzîk de 12 kampên nû ava bikin û ji van kapman 3 kamp li Silêmaniyê, 3 kamp li Hewlêrê û 6 kamp jî dê li Dihokê bin.
Alîkarê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ev nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û got, biryar hatiye dayîn ku 12 kampên nû ji aliyê UNHCRê ve ji bo 500 hezar penaberên li Herêma Kurdistanê re bên avakirin.
Dîndar Zêbarî her wiha da zanîn, amadekariyên çêkirina van kampan dest pê kirine û wiha got: “Mezintirîn alîkariya UNHCRê ji bona penaberên Kurdistanê dest pê kiriye û dê di nav çend rojan de 400 ton kereste û alîkarî bigihîjin Hewlêrê.”
Zêbarî ragihand ku ew alîkariyên ku tên şandin bi pereyê Erebistana Siûdî û Kuwêtê hatine kirîn û got, pirraniya wan kelûpelan ji bona çêkirina kampan e.
Alîkarê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve her wiha got, NY nûnerekî xwe yê taybet ku alîkarê Sekreterê Giştî şandiye Kurdistanê da ji nêzîk ve qonaxa çêkirina van kampan bişopîne.
Rudaw
