Li gundê Sehrîcê yê Mûsilê şerekî giran di navbera Pêşmege û DAIŞê de derketiye
Fermandeyekî ji Hêzên Pêşmerge li eniya şerê gundê Sehrîcê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ev zêdetirî 12 demjimêran e şer li wî gundî berdewame û hêzên Pêşmerge karîn wî gundî kontrol bikin.
Wî fermandeyî da zanîn, gundê Sehrîcê cihekî stratejîk e û kontrolkirina wî gundî dibe sedema birrîna rêya çekdarên DAIŞê di navbera Zûmar û bajarê Mûsilê de.
Li gorî agahiyên wî jêderî, piştî kontrolkirina rêya Mûsilê û çend gundekî din ên devera Zûmarê ji aliyê Pêşmerge ve, çekdarên DAIŞê rûbirûyê tirseke zêde bûne, hêzên Pêşmerge jî ber bi pêşve diçin û tenê 10 kîlometran dûrî Zûmarê ne.
Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha eşkere kir ku hêzên Pêşmerge ziyaneke mezin gihandine çekdarên DAIŞê, bi 10an çekdar li gundê Sehrîcê hatine kuştin û termên wan bi cih mane û çendîn otombîl û çekên giran ên çekdaran jî hatine têkbirin.
Li gorî medyaya Başûrê Kurdistanê, duh (21ê Tebaxê) li derdora bendava Mûsilê bi sedema teqîna bombeyekê 20 Pêşmerge birîndar bûn û 6ê din jî şehîd bûn. Yek ji wan pêşmergeyan jî xelkê Rojavayê Kurdistanê bû.
Li gor gotina fermandeyên Pêşmerge li wê navçeyê, morala Pêşmerge gellekî bilind e û li gor pilaneke leşkerî ya bihêz berdewam di pêşengiyê de ne.
Tora Medyayî ya Rûdawê, hewl da ku ji nêzîk ve şer û pevçûnan li wê navçeyê bişopîne, lê bi hemû awayekî di her çar rojên borî de rêgirî li peyamnêr û wênegirên Rûdawê hatiye kirin.
Rudaw
