• Sunday, 15 February 2026
logo

McCain: Divê êrîşên balefirên Amerîkî bên zêdekirin

Gulan Media August 21, 2014 Nûçe
McCain: Divê êrîşên balefirên Amerîkî bên zêdekirin
Senatorê Amerîkî John McCain, daxwaza zêdekirina êrîşên balefirên Amerîkî bo ser pêgeh û baregahên DAİŞ’ê kir û xwest ew êrîş binke û baregahên DAİŞ’ê yên li Sûriyê jî li xwe bigirin.



John McCain ji Reutersê re got ku divê serbirîna rojamevanê Amerîkî James Foley bibe xaleke serekî di çawahiya danûstandina Amerîkayê ligel rewşa niha de û wiha axifî: ‘’Berî hemû tiştekî divê êrîşên esmanî bên zêdekirin. Herwiha divê êrîşên esmanî Sûriyê jî li xwe bigirin.’‘



Derbarê vîdeoya serbirîna rojnamevanê Amerîkî de ji aliyê DAİŞ’ê ve jî, McCain got: ‘’Bêguman ew dîmenê vîdeoyê gelekî metirsîdar e û bandoreke zêde li gelê Amerîkayê dike. Loma êrîşkirina bo ser baregahên DAİŞ’ê li Sûriyê gelekî girîng e, ji ber çekdarên radîkal dest danîne ser pêdiviyên leşkerî li Mûsilê û veguhestine bo nav Sûriyê. Divê jinav biçin, nek wan rawestînin.’‘



Senatorê Amerîkî John McCain tekez kir ku divê Amerîka Pêşmergeyên Kurdistanê pirçek bike û di heman demê de jî bibe hevkar bo çêkirina peywendiyên baştir di navbera Şîe û Suneyên İraqê de.



Basnews
Top