• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên PKKê êrîşî bargeheke leşkerî li Amedê kirin

Gulan Media August 21, 2014 Nûçe
Hêzên PKKê êrîşî bargeheke leşkerî li Amedê kirin
Hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşî baregehe leşkerî li Amedê li Bakuê Kurdistanê kirin.

Li gor medya Tirkiyê hêzên gerîlayên PKKê duh bi şev roja çarşemê êrîşeke bi gule û rokêtan li bargeheke leşkerî li navçeya Kocakoya bajarê Amedê kir, lê di encama êrîşî de ti kuştî û birîndar ne ketin.

Hat ragihadnin ku, bargeheke leşkerî ku hêzên Jandarma û yên ewlekarî û polîsan têda diman rastî êrîş grûpekî gerîlayên PKKê hat, û piştî ku hêzên PKKê gule û roket berdan bargehê pevçûnek leşkerî derket.

Herwiha li gor agahiyên ku artêşa Tirkiyê daye çapemeniyê, gerîlayên PKKê piştî ku êrîşa xwe pêkanîn vekişiyan, û hêzên artêşa Tirkiyê opersyoneke leşkerî dest pê kirin, lê heta niha ti encam jê derneketiye.

Wek tê zanîn artêşa Tirkiyê roja 19ê Îlonê peykera serfermandarê PKKê Mahsûm Korkmaz yak u li gundê Sîsa Lîcê hatibû danîn, daxist û di encama xwepêşandanên nerazîbûnê, welatiyek jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû, û ew bûyer rê li ber çalakiyan vekir.

Rudaw
Top