Îtalya roketên li dijî tank an dide Pêşmerge
Wezîra Bergirî ya Îtalya, Roberta Pinotti di daxuyaniyek rojnamevanî de got: “Tevî pêdana çekên sivik û kelûpelên leşkerî yên pêwîst bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê li navçeyên derdora bajarê Hewlêrê, hikûmeta Îtalya biryar da ku roketên li dijî tank an bide Herêma Kurdistanê.”
Ev biryara han ji aliyê Îtalya ve, piştî wê yekê tê ku parlementoya wî welatî razî bû ku welatê wan alîkariya leşkerî bide Herêma Kurdistanê.
Herwiha duh, 20ê tebaxê, Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi ji rayedarên Herêma Kurdistanê re ragihand ku “Di vî şerî de hûn ne bi tenê ne, şerê we şerê me ye û serkeftina Kurdisranê di şerê terorîstan de serkeftina me ye.”
Rudaw
