• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji Barzanî peyamek girîng bo xirîstiyanan

Gulan Media August 20, 2014 Nûçe
Ji Barzanî peyamek girîng bo xirîstiyanan
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî daxwaz ji welatiyên mesîhî kir ku hizra koçkirinê nekin û dev ji welatên xwe neberdin “Da bi hevre bikarin bi azadî bijîn û bergiriyê li welatê xwe bikin.”

pêşwazî li Petrikê Entakiya û tevaya rojhilat û serokê kolmelgeha petrikên rojhilat û serokê kilîseya maronî, Kardînal “Mar Bişare Butris Elraeî” û şandeke bilind ji zilamên ola mesîhî kir, ku ji hejmarek betrik û metranên katolîk û kildan û hejmarek ji berpirsên dezgehên ola mesîhî li cîhan û navçeyê, pêkhatibû.

Di destpêkê de şanda mêvan spasiya Herêma Kurdistanê kirin bo hewnadina derbiderên mesîhî, êzdî, şebek û pêkhatên din ên ku ji ber êrîşên DAIŞê ji navçeyên xwe reviyane, kirin.

Şanda mêvan mebesat serdana xwe jî aşkere kirin û gotin, mebest ji serdanê agehdarî li rewşa derbiderên li Herêma Kurdistanê ye, herwiha gihandina dengê derbideran bo civaka navdewletî da alîkariyên bêtir bi rêya hikûmet Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan bikin. Serkeftin xwestin ji peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi lêborîn, pêkvejiyan û lêborînê di navbera pêhatên Iraqê de.

Di beramber de, Barzanî ragihand ku, ev serdan peyameke bihêz a piştgiriyê ye bo gelê Kurdistanê û şanda mêvan piştrast kir ku, dê Kurdistan bimîne navçeya aramî û aştiyê.

Barzanî got jî, em xweşk û birayên xiristî piştrast dikin ku em dê terorsîtan bişkînin û dê ev rewş bidawî were. Herwiha daxwaz kir ku welatiyên xirîstî ji welatên xwe dernekevin û “pêwîste şiyana mayîna wan bihêz bê da em hemû bi hev re bi azadî bijîn û bergiriyê li welatê xwe bikin.”

Rudaw
Top