• Sunday, 15 February 2026
logo

Fransa dixwaze li dijî DAİŞ’ê stratejiyeke cîhanî hebe

Gulan Media August 20, 2014 Nûçe
Fransa dixwaze li dijî DAİŞ’ê stratejiyeke cîhanî hebe
Serokkomarê Fransayê François Hollande, derbarê rewşa ewlekariyê ya İraqê û rûbirûbîna DAİŞ’ê de, daxwaz ji welatên cîhanê kir ku stratejiyeke hevbeş deynin.

Hollande got: ‘’Divê stratejiyeke baş li dîjî rêxistina DAİŞ’ê bê danîn ku hino hino ber bi rêxistineke organîzekirî ve diçe û gelek pere û çekên modern di destê wê de ne, bi vêna jî bo welatên İraq, Sûriye û Lubnanê gef in.’‘

Serokkomarê Fransayê herwiha daxwaz kir ku ji bo çawahiya danûstandina ligel çekdarên DAİŞ’ê li İraq û Sûriyê, kongreyeke navdewletî were lidarxistin û wiha axifî: ‘’Em nikarin bi gotûbêjên teqlîdî li ser mijara destêwerdan an jî destênewerdan, bighin hîç encamekê, lê divê ji bo rûbirûbûna vê rêxistinê stratejiyeke cîhanî bê danîn.’‘

Hêjayê gotinê ye piştî bûyerên Şingalê û destpêkirina şer di navbera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û çekdarên DAİŞ’ê de, herwiha koçberbûna bi hezarn Kurdên Êzdî ji ber êrîşên DAİŞ’ê, Fransa yekem welat bû ku amadebûna xwe pêşan da di warê însanî û leşkerî de alîkariya Kurdistanê bike.

Basnews
Top