Steinmeier: Divê em alîkariya Herêma Kurdistanê bikin
Hefteya borî Yekîtiya Ewropayê lempeya kesk ji welatên endamên yekîtiyê re pêxist, daku her welatek cuda hevkariya hikûmeta Kurdistanê bikin û çek û pêdiviyên leşkerî bighînin Başûrê Kurdistanê. Fransa ê Komara Çekê jî soza xwe ya alîkarîkirinê anîn cih.
Li gor Reutersê, Steinmeier biryara alîkarîkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê vekirî hişt û got: ‘’Berpirsyariyeke mezin li ser milê Elmanya ye ku divê hevkariya Kurdan bike di şerê dijî grûbên radîkal de, biryareke wiha jî dibe destpêka guhertineke mezin di siyaseta Elmanyayê de, ku ji piştî Şerê Duyem ê Cîhanê ve ji ber siyaseta Naziyan xwe ji beşdarbûna her şerekî cîhanî dûr xistiye.’‘
Wezîrê Derve yê Elmanyayê wiha axifî: ‘’Çênabe em erkê berevanîkirin û şerkirina ligel çekdarên radîkal bixin stoyê hêzên ewlekarî û leşkerî yên Kurdan û ew ji dêlva me şer bikin û dema daxwaza alîkariyê jî ji me bikin, em ji wan re bibêjin; li bendê bin ka çawa biryar didin. Bi baweriya min evna ne helwêsteke berpirsyarane ye.’‘
Frank-Walter Steinmeier, wiha dirêjî bi axaftina xwe de: ‘’Di hundirê vê hefteyê de ez ê ligel Rawêjkara Elmanya Angela Merkel û Wezîrê Berevaniyê bicivim û li ser bingehê wan zanyariyên ku me kom kirine, di vê derbarê de emê biryara xwe bidin û heta niha hîç tiştek nehatiye yekalîkirin.’‘
Steinmeier ji televizyona ZTF ya Elmanî re wiha axifî: ‘’Ji xwe re bifikire, Kurd berdewam bin di şerkirinê de, piştî sê-çar hefteyan hîç erzaq û pêwistiyeke wan a leşkerî nemîne, ev egera han jî min ji gelek kesên bakurê İraqê bihîst, wê demê em nikarin derfeteke din a şerkirinê jî bidin wan. Loma hinek helwêst hene, eger em di asta wan de tevnegerin û biryar nedin, em rûbirûyê helwêsteke nexweş dibin, wek wêya tu hest pê bikî ku tawanekî mezin kiribe.
Basnews
