Di şerê bendava Mûsilê de 112 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin
Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji BasNewsê re got: ‘’Di encama êrîşên Hêzên Pêşmerge bo ser pêgeh û binkeyên çekdarên DAİŞ’ê li bendava Mûsilê û bombardimankirina balefirên şer, 112 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin û 92 jî birîndar bûn.’‘
Heman çavkaniyê da zanîn ku di encama wan êrîşan de 8 Hummer, 5 topavêj û 11 pîkabên çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) jî hatine şewitandin û têkşikandin.
Rudaw
