Serokwezîrê Îtalyayê tê Hewlêrê
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê dest xistî, serokwezîrê Îtalyayê îro piştî nîvro saet 3yê dê bigihe Firokxaneya Nêvdewletî ya Hewlêrê.
Wekû tê zanîn piştî êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser navçeyên Başûrê Kurdistanê, gelek welatên Ewrûpî bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan dabû û serokwezîrên xwe şandibûn Herêma Kurdistanê.
Herwiha serdana serokwezîrê Îtalyayê jî di vê çaroveyê de tê nirxandin.
Rudaw
