Gul serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê eşkere kir
Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, ku heyama serokomariya wî roja 28ê Tebaxê bidawî dibe û li şûna wî Serokwezîr Erdogan rûdinê, îro di merasimekê de bi fermî xatirê xwe xwest.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Gul di merasimê de eşkere kir ku Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglu dê bibe serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê.
Abdullah Gul her wiha got, piştî ku heyama serokomariya wî xilas bû dê li bajarê Stenbolê rûnê û bi ezmûn û zanebûna xwe piştgiriya partiya xwe (AKP) bike.
Beriya niha jî rojname û medyaya nêzîkî AKPê ragiandibûn, Davûtoglu dê li şûna Erdogan bibe serokwezîr.
Tê zanîn, di hilbijartinên 10ê Tebaxa îsal de Recep Tayyip Erdogan wek 12emîn serokomarê Tirkiyeyê hatibû hilbijartin.
Erdogan dê 28ê vê mehê bi fermî li şûna Gul rûnê.
Rudaw
