Efersekî tirk jî di bûyerên Licê de can da
Duh li navçeya Licê ya Amedê di navbera hêzên ewlehiyê yên ku peykera fermandeyê berê yê PKKê Mehsûm Korkmaz li gundê Sîsê yê Amedê hilweşandibûn û komek alîgirên PKKê de alozî derketibû û di bûyeran de welatiyekî jiyana xwe ji dest dabû û 2 sivîl û leşkerek jî birîndar bibûn.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ew leşkerê birîndar bû pileya wî ya efseriyê hebû jiyana xwe ji dest da.
Navê wî eferê tirk Ugur Înal bû û li nexweşxaneya Fakulteya Pijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê de dihat dermankirin.
Înal li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê ji dayîk bibû û li Mêrdînê xizmeta xwe ya leşkeriyê dikir lê ji ber aloziyê çûbû Licê.
Rudaw
