Nêçîrvan Barzanî daxwaza sazkirina konferenseke navdewletî dike
Sefîrê Fransayê yê Îraqê kêfxweşiya xwe li hemeber pêşkeftina herêma Kurdistanê di hemû waran û bi taybetî di warê emnî, aramî, aborî û civakî de diyar kir û hevsozîya xwe û welatê xwe ji bo rewşa nuha ya herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd kir ku, Fransa di şerê dijî terorê de piştevaniya herêma Kurdistanê dike.
Sefîrê Fransayê di axavtina xwe de behsa peywendiya telefoniya navbera serok Holand û serok Barzanî kir û serdana wezîrê derve yê Fransayê bo Hewlêrê û piştgiriya Fransayê bo wê kampaniyaya navdewletî bo hevkarî û piştgiriya herêma Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞ pêngaveke giring e û behsa rola Fransa di warê paldana civaka navdewletî û bi tyabetî Yekêtiya Ewropayê bo piştgiriya herêma Kurdistanê di hewarçûna penabe rû koçberên qesta herêma Kurdistanê kirine, kir.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa pêşveçûnên pêşmergeyê Kurdistanê di hemû bereyên şer li dijî DAÎŞ kir û ji bon wê rola mezina Fransayê di warê dabînkirina piştgiriya navdewletî bo herêma Kurdistanê lîstiye, sipasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê pêşkeşî bi Fransa kir. Barzanî careke din tekîd kir ku, herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya navdewletî heye daku weke pêwîst alîkariya bi sedhezaran koçberên ji tirsa DAÎŞ mal û milkê xwe hêlane û ev bareke girane û hikûmeta herêma Kurdistanê bi tenê nikar ji bin wî barî derkeve.
Nêçîrvan Barzanî pêşniyar kir ku, konferenseke navdewletî ji bo wan welat, rêxistin û saziyên navdewletiyên komekbexiş yên ku, alîkariyên mirovî pêşkeşî herêma Kurdistanê dikin bê saz kirin daku bikarin weke pêwîst dihewara wê himara zêdeya penaber û koçberan de bên ku, li piraniya bajarên mezin yên Kurdistanê bi cî bûne û pêwîstiya wan bi hevkarî û alîkariyan heye, eger kampaniyayeke navdewletî ji bo alîkarîkirina wan dest pê neke dê karesateke mirovî çê be.
