• Sunday, 15 February 2026
logo

Artêşa Iraqê dest bi operasyona vegerandina Tikrîtê kir

Gulan Media August 19, 2014 Nûçe
Artêşa Iraqê dest bi operasyona vegerandina Tikrîtê kir
Hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên ezmanî operasyonek li ser navenda parêzgeha Selahedîn, Tirkrîtê dan dest pê kirin, bo derxistina wê ji dest DAIŞê.

Îro, 19ê tebaxê, hêzên artêşa Iraqê ji 3 aliyan dest bi êrîşekê kirin bo vegernadina bajarê Tikrîtê ji dest çekdarên rêxistina DAIŞê, li gor zaniyariyên ku tên belavkirin jî, hêzên artêşa Iraqê di pêşengiyê de ne.

Çavkaniyên nûçeyan ji eniyên şer amaje dikin ku “Li çend taxek e Tirkrîtê, şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û artêşa Iraqê de derketiye.”

Ew çavkanî diyar dikin ku, artêşa Iraqê di pêşengiyê de ye û çekdarên DAIŞê şiyan û karînên xwe ji dest dayîne.

Rudaw
Top