Melîke: Bila amazîxî çek hilgirin û piştgriya Pêşmerge bikin
Di peyamekê de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, nivîskar û romannivîsa Amazîxî ya navdar, Melîke Mezan wiha nivîsiye: ‘‘Bi şanaziya temam, belkî bi canê hest kirin bi berpirsiyariyê, ez daxwazê ji xortên amazîxî li Mexribê dikim, bila mil bi milê ligel artêşa mezin a Kurdî beşdarî cenga mezin li dijî terorê bibin.”
Ev banga Melîke di demekê de ye, piştî ku bi dehan xortên mexribî berê xwe dane Iraqê da tevlî rêzên çekdar ên radîkal ên DAIŞ’ê bibin, lewma ew dixwaze amazîxiyên Mexribê dûr bixe ji vê yekê û wan vegerîne ser rêbaza rast a neteweya wan.
Melîke wiha nivîsiye: “Dem hatiye ku xortên me hişyar bibin û bi xwesetka xwe ber bi cenga şerefmend bo xwe û xwelatê xwe rê bigirin û kultûra amazîxî ya mirovî û aştîxwaz bighînin hemû cihekî ku gef li ser ol û kultur û gelan hebe.”
Meîke Mezan romanivîsa bi nav û deng a Amazîxî ye, li Mexribê jidayîk bûye, wek kesek sîkolar û radîkal tê naskirin, yek ji şoreşgerên vegera kultûr û navê neteweya Amazîxî ye û cudakirina wê ji neteweya Ereb, lewma di nav Ereban de wek dijmina Ereb û îslamê tê binav kirin.
Basnews
