Midyad: Kurdên Êzdî di kampê de tên bicîh kirin
Rêvebiriya Afat û Rewşa Lezgîn a Serokwezirtiyê (AFAD), Kurdên Êzdî yên ku demek bû li Taxa Akçakaya ya Midyadê diman anîn konbajar bi cih kirin. Hejmara Êzdiyan gihişt hezar û 750 kesan. Kurdên Êzdî piştî qeydkirinê ji aliyê tenduristiyê de jî tên kontrol kirin û piştre derbasî kampê dibin.
Di vê derbarê de Qeymeqamê Midyadê Ogûzhan Bîngol ji AA’yê û diyar kir ku xebata ji bo bi cih kirina Êzdiyan berdewam e û got: ’Li gor qeydên me yên heta şevê din, me hezar û 750 penaber qeyd kirine.’ Bîngol destnîşan kir ku pêşî penaber di kontrola tenduristiyê re tên derbaskirin û piştre jî derbasî kampê dibin.
Bîngol diyar kir ku heta kamp tije bibe dê penaberan bi cih bikin û wiha axifî: ’Ji bo ew ji vê rewşê xilas bibin em hetadikarin bi lez û bez dixebitin. Penaberan di kampê de bi cih dikin. Tu astengî dernakevin pêşberî me. Ji bo parastina wan navenda herî baş ya Tirkiyê ev der e.’
Doktorê Navenda Tenduristiya Gel Muhammed Akîf Aydin jî da zanîn ku Êzdiyên li kampê bicîh dikin destpêkê di warê tendirûstiyê de tên pişkinîn.
Basnews
