Li Îlamê erd hejiya: 250 kes birîndar bûn
Îro danê sibê li devera Mormorî ya girêdayî bajarê Avdananê ya parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê erd bi tundiya 6.2 pileyan hejiya.
Li gorî amarên fermî, herî kêm 250 kes ji ber erdhejê birîndar bûne her wiha zirarek mezin gihîştiye avahî û xaniyên welatiyan lê heta niha nayê zanîn ka ji ber erdhejê ti kes miriye yan na.
Hat gotin ku birîndar li bajarên Dêhloran, Avdanan û bajarê Loristanê (Xûzistan) tên dermankirn.
Li gorî agahiyan, xelkê Mormoriyê hemû li malên xwe derketine ji ber ku piştî erdhejê herî kêm 80 carên din jî erd hejiyaye.
Tîmên rizgarkirin alîkariyên mirovî yên mîna ava û xwarinê digihînin xelkê ku ji tirsa erdhejê ji malên xwe reviyane.
Qaymeqamê Avdananê jî ragihand, 2 hezar û 700 xanî û avahiyên Mormoriyê ji ber erdhejê zirar dîtine.
Rudaw
