• Sunday, 15 February 2026
logo

Viyan Dexîl: Ereban xiyanet li me kirin!

Gulan Media August 18, 2014 Nûçe
Viyan Dexîl: Ereban xiyanet li me kirin!
Parlamentera Kurda a Êzdî Viyan Dexîl, behsa êrîşên DAİŞ’ê li hember Kurdên Êzdî kir û got: 'Xiyaneta herî mezin cînarê me wate Ereban li me kir. Wan DAİŞ anî. Qaşo nasên me, dostên me û kirîvên me bûn. Me digot tiştên weha nakin. Lê dema ku êrîşî me kirin. hêzên me şikestin.'

Viyan Dexîl di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Ozgur Gundem, behsa êrîşên DAİŞ’ê kir û wiha axifî: 'Xiyaneta herî mezin cînarê me wate Ereban li me kirin. Wan DAİŞ anîn û bûn sedema şikestina hêzên me.'

Derbarê koçberbûna bi deh hezaran Kurdên Êzdî de jî Dexîl got: ‘’Divê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî kamp ji wan re werin vekirin û hevkariya wan bê kirin, ji ber niha di rewşeke xirab de dijîn.’‘

Basnews
Top