Li Wanê êrîşek li dijî hêzên artêşa Tirkiyê pêk hat
Li gor medya Tirkiyê, vê sibehê saet 10ê û dema ku tîmên artêşa Tirkiyê li kolana Guzelsuya girêdayî naviya Gorpinara Wanê bi dewriya ewlekariyê radibûn, hin kesan mayînek xistibû ser riya wê, û dema ku otomobîlên leşkerî yên wê time li ser de derbas bûn teqiya.
Hat ragihandin ku di encama teqîna wê mayinê de ti birîndar û kuştî çênebûn,lê hêzên artêşa Tirkiyê ji bo grtina wan kesên ku mayin çandine opersyoneke ezmanî lidar xist, lê heta niha ti kes nehatiye girtin û binçav kirin.
Medya Tirkiyê wê bûyerê dixe stuyê hêzên gerîlayên PKKê yan jî rêxistinên ciwanan yên girêdayî wê.
Rudaw
