• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrekî Urdunê: Wezîfa me ye em di şerê li dijî DAIŞê de pişta kurdan bigirin

Gulan Media August 18, 2014 Nûçe
Wezîrekî Urdunê: Wezîfa me ye em di şerê li dijî DAIŞê de pişta kurdan bigirin
Wezîrê berê yê Ragihandina Urdunê, Salih Qelab, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê got, ew ji xwe re wezîfe dibînin ku piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin û li kêleka wê bisekinin. Salih ji PYDê jî xwest, li Beşar Esed dûr bikeve.


Salih Qelab diyar kir ku gelê Urdunê û hikûmeta wê, hêvî dikin ku di demeke nêzîk de li ser hemû axa netewî ya Kurdan dewleteke kurdî were avakirin.


Qelab her wiha got, ew melayên ku li dijî Êzîdiya fetwayan derdixin ew lekeyeke gemarî davêjin ser Ereb û Îslamê.


Li ser Rojavayê Kurdistanê jî wezîrê berê yê ragihandina Urdunê got, ew ligel wê yekê ne ku Kurd mafê xwe yê destnîşankirina qederê bidest bixin.


Salih Qelab bi tundî rexne li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî kir û got, gellekî şerm e ku PYD peywendiyan bi rêjîma Beşar Esed re ava dike ji ber ku bavê Beşar Serokê PKKê Abdullah Ocalna radestî Tirkiyeyê kiriye.

Qelab diyar kir, ji ber wê jî divê PYD xwe tevlî hêzên sûrî û kurdî bike û li dijî rêjîmê şer bike bo bidestxistina mafên gelê kurd li Sûriyê.

Rudaw
Top