Nefta Herêmê gihêşte Kirwatya
Rojnameyeke Kirwatî belav kiriye ku barek ji petrola xav a Herêma Kurdistanê gihîşte bendera Omîsalî a li ser deryaya Edretîkiye.
Rojnameya Yutar List a Kirwatî duh şemiyê 16/8/2014 li zarê jêderekê belavkiriye ku, keştiyek bi 80 hezar metir çarkoşe ji petrola xav rakirbû gihîşte bendera Omîsalî û çav li rê ye îro yeşkemê bête valakirin.
Li gor nûçeyê ji çar rojan ve birûskeye derbarê radestkirina barek ji petrola Herêma Kurdistanê hatî, ku ev petrol ji aliyê kompanya Mol a Meceristanê ve hatî kirîn.
Her wiha jêderê rojnameyê daye xuya kirin ku hemû belge rastin û ti guman bi ser bare petrolê ve nîne. Reuters ji aliyê xwe ve roja înê ragihand ku Herêma Kurdistanê siyem bar ji petrola xwe radest kir û bareke çaremîn jî berve Kirwatya ve birêket.
Ji aliyê xwe ve jî Reuters bal kişand ser wê yekê ku herçendê Bexdad fişarê jî dike lê Herêm aliyên ku petrola wê dikirin zêde dike.
Xendan
