Bexda 10 trîlyon dînar deyndarê Hêzên Pêşmerge ye
Di vê derbarê de Biryardera Komîteya Darayî ya Parlamentoya İraqê Heyfa Hacî Mîrxan ji BasNewsê re got: ‘’Ji sala 2007’an ve hikûmeta İraqê pereyên çekên Pêşmergeyên Kurdistanê nedane û deyndar e. Li gor destûra İraqê, divê hikûmeta navendî çek û pêdiviyên leşkerî bide Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.’‘
Heyfa Hacî Mîrxan wiha axifî: ‘’Pereyên çekên Pêşmerge zêdeyî 10 trîlyon dînar in û aliyên Kurdistanî jî van pereyan dikin yek ji mijarên gotûbêja pêkanîna hikûmeta navendî daku bi vê rêyê hikûmeta Bexda were neçarkirin daku wan pereyan li Hêzên Pêşmerge vegerîne.’‘
Berî niha jî Rêveberê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Helgur Hikmet, ji BasNewsê re gotibû ku bi awayekî fermî 7 welatên cîhanê di warê leşkerî de amadebûna xwe pêşan dane ku hevkariya Wezareta Pêşmerge bikin û beşek ji wan çek û teqemeniyan jî gehiştine Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.
Basnews
