David Cameron bal kişand ser metirsiya DAIŞê
Cameron hişyarî da eger DAIŞê bigihe armanca xwe di sînorê Behra Spî de, ew dê li hemberî dewleteke terorîstî biminîn.
Serokwezîr di gotara Sunday Telegraphiyê nivîsî de bo DAIŞê gotinên “çelexwar û dizekên barbar” bi kar anî û wiha domand:
“DAIŞê polîtîkaya belavbûna xwe venaşêre. Bi planên ser Ûrdinê, Libnanê û li ser sînorê Tirkiyeyê pesnê xwe didin. Eger DAIê serbikeve di sînorê Behra Spî de em dê rasta dewleteke terorîstî bên. Dewleta DAIŞê dê bibe cîranê dewletekî endamê NATOyê. Ev hem bo ewlekariya Ewrûpayê hem jî bo ya me metirsiyeke eşkere ye.”
Cameron di gotarê de nivîsandiyê, “Eger pêşiya wê tevgera terorîstî neye girtin îhtimal heye ku milîtanên DAIŞê di kolanên Birîtanyayê de dest bi êrîşan bikin û ew hêza wan jî heye.”
Cameron ragihand ku divê Birîtanya li dijî vê metirsiyê hevpar be li gel Sûdî Erebîstanê, Katarê, Emiriyên Yekbûyî yên Ereban, Tirkiyeyê û Îranê bixebite.
Cameron da zanîn Hezîrana borî de dorê 400 hemwelatiyên Birîtanyayê li Sûriyeyê ser navê hin koman di pevçûna de cih girtine. Li gorî ragihandinên Serokwezaretiyê jî hêzên Birîtanyayê yên ewlekariyê di 18 heyvên borî de 65 kes bi gumana “li Sûriyeyê de tevliheviyê dikin” girtine.
Rudaw
