• Sunday, 15 February 2026
logo

Jay Garner: Iraqa ku Amerîka dinasî bidawî hatiye

Gulan Media August 16, 2014 Nûçe
Jay Garner: Iraqa ku Amerîka dinasî bidawî hatiye
Yekemîn hakimê leşkerî yê amerîkî li Iraqê, Jay Garner, hişyarî ji parçebûn û jinavçûna Iraqê da di vê krîza ku niha rûbirûyê wê bûye, eger hat û serokwzîrê nû bi awayekî cuda ji siyasetên hikûmeta Nûrî Malikî kar neke.

Jay Garner di daxuyaniyekê de ji rojnameya Guardian a Brîtanî re got ku, eger Amerîka bixwaze Iraq wek yek parçe bimîne, pêwîste kar li ser pêkanîna welatekî federal bike ku ji 3 herêman bo Kurd, Sine û Şîe pêk were.

Garner got: “Bi awayekî berçav Iraq hatiye parçe kirin, pêwîste em jî bi awayekî danûstandinê ligel bikin ku ew Iraqa berê me dinasî, bidawî hatiye.”

Navborî da zanîn ku, Heyder Ebadî, serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê, li pêş ezmûnek mezine bi sedema rewşa niha ya welat, pêwîste bi tundî rûbirûyê taîfegeriyê bibe û arîşeyên mezin ên welat çareser bike, eger na dê paşerojeke tarî li pêş wî welatî be.

Basnews
Top