• Sunday, 15 February 2026
logo

Welatên NATO çek dane rêxistina DAIŞ’ê

Gulan Media August 16, 2014 Nûçe
Welatên NATO çek dane rêxistina DAIŞ’ê
Hat ragehandin ku çend welatên endamên NATO’yê, alîkariya leşkerî pêşkêşî rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraqê û Şamê (DAIŞ) kirine.

Rojnameya World Tribun li ser zarê çavkaniyekê belavkiriye ku, hejmarek ji welatên xwar ên Ewropa bi çavdêriya rêxistina NATO çekên giran gihandine wê grûpê terrorist, wek amajeykê bo DAIŞ’ê.

Rojnameyê aşkere kir ku, DAIŞ çekên giran wek tank û rokêtan ji Bulgariya, Ukrayina, Romaniya û Krwatya kirîne û wek alîkariyên mirovî ew çek şandine Sûriyê. Çavkaniyê diyar kir ku, ew çek û teqemenî di sala 2013’an de ketin dest DAIŞ’ê de li Sûriyê û Yugoslavya rola sereke di şandina wan çekan de dîtibû.

Ji aliyek din ve, Encûmena Asayişa Navdewletî biryarek bi komdengiya endamên xwe pejirand ku tê de çalakiyên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) herwiha Eniya Nûsre li her du welatên Sûriyê û Iraqê, şermezar kirin û gef li grûp, welat û kesên ku alîkariyê didin wan, xwarin.

Rudaw
Top