• Sunday, 15 February 2026
logo

Nûnerê Papayê Vatikanê serdana Laleşê kir

Gulan Media August 16, 2014 Nûçe
Nûnerê Papayê Vatikanê serdana Laleşê kir
Nûnerê Papayê Vatikan, Cardinal Fernando Filon li gel kesayetên kirîstiyanên iraqî serdana Perestgeha Laleşê kir û li gel wekîlê mîrê êzdiyan û jimareke ji oldarên êzdî civiya.

Di dawiya civînê de, Cardinal Fernando li ser tirajîdiya êzdiyan axivî.

Wekîlê mîrê êzîdiya helwesta îzdiyan dubarkir ji nûnerê taybet yê Papayê Vatikanê re û doz kir ku Vatikan piştgir be ji xwestekên wan re.

Çavê kurdên êzîdî li çarsereiyekê ye ji rewşa wan re, û hêviya wan mayê girêdayî bi piştgiriya hikûmeta Kurdistanê û civaka navdewletî re.

Di rojên dawî de hejmarek ji serdanên fermî bo Başûrê kurdistanê bi rêve çûne bi mebesta şopandina tiracîdiya Şingalê.

Rudaw
Top