Roja birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê diyar bû
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê hatiye belav kirin hatiye, ku bo gihandina gelê Kurd bi serxwebûnê û avakirina dewletk Kurdî, dê roja 23.08.2014 Kernavala Serxwebûna Kurdistanê li bajar û bajarokên Kurdostan û li çend welatên ewropî birêve biçe.
Herwiha komîteyê daxwaz ji, hevbîrên serxwebûna Kurdistanê kir, ku alîkariya wan bikin bo arastekirina vê peyamê bo Neteweyên Yekbûyî û “Bidestxistina serxwebûna Kurdistanê.
Komîteya amadekar daxwaz ji xelkê kir, ku bi cil û bergên Kurdî beşdarî Kernavala Serxwebûna Kurdistanê bibin.
Derbarê dema birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, li Başûrê Kurdistan komîteya amadekar ragihand, ku demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê ji roja 23ê tebaxê dê karneval bi meşekê li pêş baregeha Netewyên Yekbûyî li Hewlêrê dest pê bike.
Rudaw
