Wezîrê Derveyê Nemsa li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kir
Li vê peywendiyê de Wezîrê Derveyê Nemsa nîgeraniya xwe û welatê xwe beranber rewşa xeraba koçberên rûdawên vê dawiyê ya Kurdistanê nîşanda û wê terorê şermezar kir ku ji aliyê terorîstan ve derheq bi xelkê Kurdistanê û pêkhatên wê li holê daye. Wezîrê Derveyê Nemsa palpiştiya welatê xwe ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê dûpat kir û ragihand ku roja înê civîna welatên endam li Yekîtiya Ewrûpaye û xwestiye berî beşdarîkirina civînê li rêya peywendîkirina bi Serok Barzanî agahdarî rewşa Kurdistanê bê bo ku bikarin li gel welatên Ewrûpa li ser çawayiya hevkarî û palpiştîkirina Kurdistanê rêkbikevin.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya rola dîrokiya welatê Nemsa ya li hevkarî û dostayetiya gelê Kurdistanê kir û ragihand ji bo Kurdistanê cihê şanaziye ku bi nûnerayetiya cîhana azad şer li dijî terorê dike û pêşwazî jî li her cûre piştevanî û hevkariya serbazî û mirovî ku welatê Nemsa pêşkêşî gelê Kurdistanê bike û balkişand li ser rola qehremananeya Pêşmerge û ragihand ku piştestûrîn bi îradeya Pêşmerge û hîmeta gelê Kurdistanê ku hemû pêkhatên Kurdistanê û penaber û koçberan diparêzîn û li şerê dijî terorîstan de serdikevîn.
Di derbarê koçberan jî Serok Barzanî wê yekê bi Wezîrê Derveyê Nemsa ragihand ku ewê ji destê me bê ji bo yarmetîdan û hewandina wan dikin lê belê rêjeya koçberan yekcar zêdeye û li ser şiyanên Herêma Kurdistanê ye û pêwîste ku civaka navdewletî bi lezgînî bi hanaya koçberan bê.
