Naveroka daxwaznameya serokatiya herêma Kurdistanê bo Yekêtiya Ewropayê
Ji bo Yekîtiya Ewrupa
Herêma Kurdistanê li van çendîn salên derbasbûyî de li Iraqê de bûye mînakeke serkeftiya aramî û demokratî û pêkvejiyana aştiyane û ji bo hemû pêkhatên Iraqê ji; ereb, tikkmen, mesîhî û xelkên din bûye penagehekî aram.
Li sala 2006 ve, sedan hezar kes ji encama tundûtîjî û xwînrihtinê li navçeyên dinê Iraqê koçber bûne û Herêma Kurdistanê ji bo xwe û jiyana xwe kirine penagehekî aram.
Ev penageha aram niha ji aliyê Dewleta Îslamî li Iraq û Şam ketiye ber tehdîdeke cidî. Ev rêxistina terorîstî li ser axa Herêma Kurdistanê û bi taybetî li devera Şengalê êrîşekî berbelav destpêkiriye û ji encamê da zêdetirê Êzîdiyan koçber bûn. Her wiha li navçeyên rojhilat û bakûrê bajarê Musilê ku hezaran sale nîştîmanê Mesîhiyane. Ew şer bûye sedema kuştina sedan kesan û koçberbûna zêdetirê yek milyon kesan.
Hikumeta Iraqê li hevkarî kirina hêzên Pêşmerge û kêmkirina êş û azarên penaber û koçberan de rolekî xwe yê gelek sînordar hebûye.
Hikumeta Herêma Kurdistanê ketiye bin givaşeke mirovî û emnî ya berfireh û ewê li şiyana wê de bûye ji bo yarmetîdan û alîkarîkirina koçber û penaberan de pêşkêş kiriye û dii heman demê de hêzên Pêşmerge li şûna cîhana azad û demokratxwaz li dijî Dewleta Îslamî li Iraq û Şam şer kiriye. Em ji bilî wê yekê ku hevkariya dost û hevpeymanên xwe bilind dinirxînîn, di heman demî de daxwaz ji civaka navdewletî dikin zêdetir hevkariya mirovî û serbazî pêşkêşî me bikin.
Hikumeta Herêma Kurdistanê li gel rêzekî zêde, daxwaz ji endamên Yekîtiya Ewrupa dike ku ji bo wan koçberan ku hatine Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hevkariya mirovî bi lez karbikin. Pêwîste balê bikşînin li ser wê yekê ku ew koçber ji ber kêmbûna cihê hewandin û xwarin û pêdiviyên miroviyên din li rewşeke gelek xerab de dijîn. Her wiha dupat dikin ku ji bo rizgarkirina jiyana hezaran kesan me pêwîstî bi hevkariya bi lez heye. Daxwaz dikin ku welatên endamê Yekîtiya Ewrupa ji bo berengarbûna êrîşên Dewleta Îslamî li Iraq û Şam û parastina xelkê sîvîl û koçberan çekên pêwîst bide Pêşmerge.
Hêzên Kurdan li gel grupekî terorîstî û rêxistineke pir çek bi çekên giran û pêşketî şerekî nehevseng dikin.
Guman li wir de tûne ku lezkirina dabînkirina çekên giran û pêşketî ya ji bo Pêşmerge, hevsengiyê li berjewendiya Pêşmerge de diguherîne.
Hêvîdarîn ku endamên Yekîtiya Ewrupa rizamendî li ser daxwazên me bi awayeke lez û erênî bidin.
Li gel rêz da...
Fuad Husên
Serokê dîwana serokayetiya Herêma Kurdistanê
Pêncşem 14/08/2014
