Li peywendiyekî telefonî da Şêwirmenda Elmanya piştgîrî û hevsoziya xwe ji bo gelê Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand
Êvariya îro în 15.08.2014 Angela Merkel Şêwirmenda Elmanya li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Li vê peywendiya telefonî da Şêwirmenda Elmanya piştgîriya xwe û gel û Hikûmeta Elmanya ji bo gelê Kurdistanê li berengarbûna terorîstên Da'îş bi Serok Barzanî ragihand û hevsoziya xwe jî ji bo wan koçberan derbirî ku bi sedema êrîşa terorîstan mal û halê xwe bi cîh hiştine û amadehiya Hikûmeta Elmanya jî ji bo hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşanda.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya Şêwirmend û Hikûmet û gelê Elmanya kir ji bo wê hevsoziya wan ku ji bo gelê Kurdistanê heye û ronahî xiste ser rewşa emnî û serbaziya Herêma Kurdistanê û çawayiya berengarbûna terorîstên Da'îş û her wiha Şêwirmenda Elmanî ji rewşa koçberan agahdar kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku cihê şanaziye gelê Kurdistanê li şûna cîhana azad bûye serê rimê cenga li dijî terorîstên Da'îş û tekez li wê yekê kir ku bi hîmeta gel û Pêşmergeyên Kurdistanê û yarmetiya gelên dostê Kurdistanê terorîst şikest tînin û ew xelkê koçber jî bûne, vegerin cihên xwe.
Li dawiya peywendiyê da her dû alî biryar dan ku di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û bi duvdaçûna ji bo pêşhatan de li peywendiyê da bin.
