PKK hewl dide Kantona Şingalê damezrîne
Heman çavkaniyê ji BasNewsê re got: ‘’Piştî şerekî dijwar ligel çekdarên DAİŞ’ê me karî derbider û koçberên ser çiyayê Şingalê rizgar bikin û rêya çiyê vekin, lê belê di van du rojên borî de hêzeke çekdar a PKK’ê çûye ser çiyê û kampek bi navê ‘’Tevgera Çaksazî ya Êzdiyan’‘ çêkirine û bi zorê ciwanên Kurd ên Êzdî dikin endamê wê tevgerê.’‘
Çavkaniya Hêza Pêşmerge derheqa tevgera navbirî de zêdetir agahî dan û wiha axifî: ‘’Berî niha ew tevger bi piştgiriya Malikî û Îranê li dijî vegera Şingalê bo ser Herêma Kurdistanê hatibû çêkirin, lê belê Serokê KCK’ê Cemîl Bayik rasterast serpereştiya wê tevgerê dike û hevahengiyeke wê ya rasterast jî ligel kantonên Rojavayê Kurdistanê heye.’‘
Wê çavkaniya agahdar a BasNewsê eşkere kir ku armanca wê tevgerê damezrandina Kantona Şingalê ye. Ji aliyê xwe ve serkirdeyê berê yê PKK’ê Osman Ocalan ji BasNewsê re got ku, PKK hewl dide wek kantonên Rojavayê Kurdistanê kantona Şingalê jî çêbike. Ocalan hinek ji serkirdeyên PKK’ê (bêyî ku nav bide) wek metirsiyeke mezin bo ser asayîşa navçeya Şingal û herwiha bo ser berjewendiyên Kurd dibîne.
