Asayişa PYD’ê nehişt ENKS bo Şingal û Pêşmerge bimeşe
Duh, 13’ê tebaxê, ENKS meşek li taxa Xerbî li bajarê Qamlişlo yê Rojavayê Kurdistanê lidarxist, bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞ’ê de. Li gor daxuyaniyeke Sekretariya Giştî ya ENKS, berî ku meş bidawî were, hêzên asayişa Qamişlo, a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, xwepêşander dorpêç kirin û ji wan xwestin ku çalakiyên bidawî bînin û belav bibin.
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku, hêzên asayişî serokê xwecihî li taxa Xerbî yê ENKS, Wecdî Derwîş binçav kir. ENKS rêgirtin li çalakiyê û girtina hevalê wan şermezar kir û daxwaz kir ku demlidest were serbest berdan.
Berî çend rojekê jî, asayişa heman partiyê li bajarokê Girkê Legê, nehişt ku şaxê ENKS li wî bajarokî alîkariyên ku ji bo koçberên Şingalê yên li Rojavayê Kurdistanê kom kirin, li ser wan belav bike.
Ev yek di demekê de ye ku di destpêka vê mehê de, alîgirên rejîma Sûriyê xwepêşandnek berferh li bajarê Qamişlo lidarxistin ku tê de piştgiriya xwe bo hêzên rejîmê anîn ziman. Ev ne yekem care ku asayişa PYD rêgirî li çalakiyên cor bi cor ê ENKS û aliyên kurdî dike, herwiha nikare li pêş çalakiyên welatiyên ereb û alîgirên rejîmê tl helwestê werbigire.
