• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge 5 çekdarên DAIŞê girtin

Gulan Media August 14, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge 5 çekdarên DAIŞê girtin
Hêzên Pêşmerge li gundê Îngîce yê ser bi qeza Xurmatû ve 5 çekdarên DAIŞê girtin.

Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, roja îro 14ê tebaxê, li gundê Îngîce li sînorê qeza Xurmatû, 5 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin girtin.

Çavkaniyê diyar kiribûn ku ew her 5 çekdarên DAIŞê derbasî sînorê Pêşmerge bibûn û çûbûn nav kargeha çîmento li nêzî gund, lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin girtin.

Rudaw
Top