• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li nûnerê Papayê Vatîkanê kir

Gulan Media August 14, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li nûnerê Papayê Vatîkanê kir
Serokwezîrê herêma Kurdistanê, duh 13.04.2014ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li kardînal Fernando Feloni nûnerê taybetiyê Papayê Vatîkanê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, şandeya Vatîkanê silavên Papayê Vatîkanê bi serokwezîran gihandin û ji bona wan alîkariyên hikûmet û xelkê Kurdistanê pêşkeşî koçberên mesîhîyên Deşta Nînewa û yên deverên din yên Îraqê, yên ku ji ber êrîşên terorîstan û tawanên hovaneyên DAÎŞ neçar bûne mal û milkê xwe bi cî hêlane û li herêma Kurdistanê bi cih bûne, sipasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, dihewarçûn, parastin û alîkarîkirina xwîşk û birayên mesîhî, êzidî û hemû pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebiyên din li Îraqê ku, ji bona parastina canê xwe ber bi herêma Kurdistanê ve hatine wezîfeya hikûmeta herêma Kurdistanê ye û hikûmeta herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de xemsarî nekiriye, lê ji ber hijmara zêdeya penaber û noçberan, hikûmeta herêma Kurdistanê nikare weke pêwîst alîkariya wan bike, ji ber hindê divê hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî jî bilez di hewara koçberan de bên û alîkariyan bo wan dabîn bikin.

Serokwezîr got ku, xwîş û birayên mesîhî, êzidî û hemû pêkhateyên olî û etnîkî pêkhateyên resen yên deverê ne û rihên kûr yên dîrokî li deverê hene, pêwîstiya wan bi hindê heye ku, ne bi tenê bi gotin, lê bi kiryar ew ji terorîstan yên ku, dêr, kilêse, mizgeft û mezarên hemûyan bi hev re kirine armanc û di teqînin, bên parastin. Barzanî got ku, terorîstên DAÎŞ sopayekî timam e û ji hemû cîyên cîhanê tevlî wê rêxistinê bûne, ji ber hindê divê hemû civaka navdewletî jî digel herêma Kurdistanê û Îraqê şerê wê rêxistinê bike.

Di mijareke din ya civînê de behsa pêşhatan û bûyerên diqewimin hat kirin û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, parastineke navdewletî ji bo parastina hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Deşta Nînewa ji; mesîhî, êzidî, şîyî, sune, kurd, ereb, tikmen, şebek û hemû pêkhateyên din pêwîst e. Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, hemû kanal û îmkanên hene li ser asta navdewletî bikarbîn in daku, parastineke navdewletî bo wan pêkhateyan dirust bibe û dilrehetiyê bide xelkê deverê ku, ew ji teror, tirsandin, girtin û derkirinê parastîne.

Şandeya Vatîkanê daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, çareyekê bo wan xwendekarên koçber yên ku, hatine herêma Kurdistanê bibîne daku, bikaribin li herêma Kurdistanê îmtîhanên xwe bidin û xwendina wan nefewite. Herwesa cîyekî diyar bike ku, ew malbatên koçber tê de akincî bibin. Serokwezîrê herêma Kurdistanê her du daxwazên şandeya mêvan qebûl kirin û aliyên berpirs yên hikûmeta herêma Kurdistanê raspartin ku, wan daxwaz bi cî bikin.

Di civînê de biryar hat dan ku, li ser astê herêma Kurdistanê komîteke bala di navbera aliyên peywendîdar yên mesîhî û hikûmeta herêma Kurdistanê de bê pêkanîn daku weke pêwîst hevahengiyê bikin û daxwaziyên koçberan dabîn bikin. Herwesa biryar hat dan ku, li ser astê wîlaytan jî ji bo heman armancê komîte bên pêkanîn.

Di dawiya civînê de, şandeya Vatîkanê careke din sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, ew alîkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşî mesîhîyan kirîn tu carî nayên jibîr kirin û dîrok jî dê wê helwesta herêma Kurdistanê bi pîtên zêrîn binvîse.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê jî daxwaz kir ku,Vatîkan hemû kanalên xwe yên navdewletî bikar bîne daku, di hemû waran de û bi taybetî di warê alîkarîkirina koçberan de, piştgiriya herêma Kurdistanê bikin.


Top